Beqayî: Li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû

Beqayî: Li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, li ser muzakereyên bi Amerîkayê re ku li Îslamabada paytexta Pakistanê hatin lidarxistin ragihand ku, "Ji destpêkê ve diyar bû ku em nekevin bendewariyeke ku di civîneke tenê de li ser her tiştî li hev bikin. Jixwe kes jî ne li benda vê bû."

Li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû

Beqayî ji weşana fermî ya Îranê IRIBê re axivî û diyar kir ku bi Amerîkayê re "li ser gelek mijaran lihevhatin çêbûye", lê belê "di du-sê mijarên girîng de nakokî berdewam dikin."

Beqayî bi bîr xist ku ev muzakere piştî 40 rojên şerê li ser wan hatî ferzkirin û di nav atmosfereke bêbawerî û gumanê de pêk hatine. Beqayî bal kişand ser zehmetiya bidestxistina encamekê di civîneke tenê de û destnîşan kir ku dê têkiliyên Îranê yên bi Pakistan û welatên din ên dost ên herêmê re berdewam bikin.