PeyamaKurd - Piştî trafîka dîplomatîk a Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî li Îslamabadê, Tehranê pakêta xwe ya dawî ya ji bo aştiyê amade kir û radestî rayedarên Pakistanî kir daku bigihîje Washingtonê.
Tê ragihandin ku ev bersiv piştî şêwirên kûr ên di navbera lîderê dînî Mucetba Xameney û berpirsên leşkerî de hatiye amadekirin. Her çiqas naveroka tam a bersivê nehatibe eşkere kirin jî, tê pêşbînîkirin ku daxwazên Îranê yên mîna rakirina dorpêça deryayî, bidawîkirina êrîşên asmanî û garantiyên aborî di nav de cî digrin.
Niha hemû cîhan li benda helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump e, gelo Trump dê van mercan bipejirîne yan jî dê bi polîtîkaya "Tengava Trump" zextan zêdetir bike.