Berpirsê Çapemeniyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Gelawêj Ewrîn, derbarê îdiayên ku dibêjin di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de çek ji Kurdan re hatine dayîn, bersiveke pir tund da Serokê Amerîkayê Donald Trump. Ewrîn daxwaz ji Trump kir ku her rewşeke mîna vê bi awayekî şefaf aşkere bike û got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump çek daye kê, bila navê wan bide zanîn.
Kê ew çek wergirtibin bila eşkere bike daku ev mijar bêtir neyê şolîkirin." Ewrîn tekez kir ku wekî PJAK wan jitu hêzekî derve çek wernegirtine û Trump nikare gelê Kurd bi wê yekê tawanbar bike ku çek hildane lê bi kar neanîne.
Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku hêz û koka wan tenê pişta xwe bi gelê xwe girê dide û îdiayên bi vî rengî wekî pîlanekê ne ku armanca wan sorkirina Îranê ya li dijî Kurdan û têvdana baweriya navbera gel û tevgerê ye. Ewrîn her wiha bang li partiyên siyasî yên Kurd jî kir ku eger alîkariyeke wiha ji Amerîkayê girtibin, divê bi bidin xuyakirin û li ser rewşa herêmê wiha axivî: "Dibe ku mudaxeleyeke nû û bibandor li ser Îranê rû bide.
Îran û Çîn li ser xala ku divê Îran nebe xwedî çeka nukleerî li hev kirine û Tengava Hurmuzê ji bo Çînê xeteke sor e." Di dawiyê de Ewrîn diyar kir ku Kurd lîstikvanekî sereke yê herêmê ne û bi sîstema xwe ya siyasî û leşkerî li Rojhilat amade ne ku di wextê pêwîst de bersiva her geşedanê bidin.