PeyamaKurd - Hêzên "Berxwedana Îslamî" yên li Iraqê ku Îran piştgiriya wan dike derengiya şevê ragihand ku çekên wan bi tu awayî nabe mijara tu lihevkirinê û tekez kir ku ew ê dest ji amûrên xwe yên leşkerî bernedin û ev rewş wekî eqîde û peymanekê li ser milê wan e.
Herwiha diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe kar bikin daku şiyanên xwe yên serbazî û ewlehî hîn zêdetir bipêş bixin.
Berxwedana Îslamî diyar kir ku ev amadebaşiya mezin a leşkerî ji bo rûbirûbûna metirsî û gefên Amerîka û Îsraîlê yên li ser herêmê hene dikin daku pêşî li her cûre valahiya ewlehiyê were girtin.
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Ketayîb Hizbullah Ebû Husên Hemîdawî hişyariyeke tund da hikûmeta Iraqê û berpirsên siyasî yên li Bexdayê û daxwaz ji wan kir ku serê xwe li ber hêzên berxwedanê bitewînin.
Hemîdawî ragihand ku Ketayîb Hizbullah li ser daxwaz û biryara rêberê berê yê Îranê Ayatullah Xumeynî hatiye avakirin û endamên wan heta niha jî li ser heman rêbazê dimeşin.
Hemîdawî destnîşan kir ku ew girseyên mezin ên ku beşdarî merasîmên veşartina Rêberê Îranê Elî Xameneyî yên li bajarên Necef û Kerbelayê bûn, nîşana nûkirina peymanê û pabendbûna bi vê rêyê ne, ku ev yek rûpeleke nû di nava aloziya navxweyî ya Iraqê de dide destpêkirin.