Qaanî: Berxwedana Îslamî DYAê neçarî vekişîna ji Iraqê kir

Qaanî: Berxwedana Îslamî DYAê neçarî vekişîna ji Iraqê kir

PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî, derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Iraqê û rola Berxwedana Îslamî de, di merasîma salvegera şehadeta Hesen Nesrulah a ku serokatiya pêşengiya Hizbullahê dikir de, gotarek pêşkêş kir.

Qaanî diyar kir ku her aliyek li gorî hesab û rewşa qada xwe tevdigere û tedbîrên wisa bi cih tîne ku ji bo neyarên wan dibe sedema surprîzan.

Qaanî destnîşan kir ku ev rewşa giran a li pêşiya aliyên berxwedanê, nebûye sedema rawestandin an sînordarkirina çalakiyên wan.

Qaanî bal kişand ser hewcehiya bihêzkirina yekitiya qadên şer ku ji Efxanistanê heta Yemenê, ji Îranê heta Xeze û Libnanê dirêj dibe.

Qaanî da zanîn ku guhertinên dawî û çalakiyên leşkerî, tevî piştgiriya li hundirê Îranê, qonaxeke nû di têgeha parastin û şêwazên xebatê de ava kirine.

Qaanî di dewama axaftina xwe ya li ser Iraqê de got: “Vekişîna hêzên Amerîkayê encama helwesta gelê Iraqê û liv û tevgera aliyên eniya berxwedanê ye.

Amerîkayê pêşbînî dikir ku di nava çar roj an du hefteyan de bi rêya zextên herî giran Îranê neçarî teslîmiyetê bike, lê rastî rewşeke wisa hat ku ji hemû texmîn û hesabên wan cuda bû.”