PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li paytext Bexdayê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê, di civînê de geşedanên herêmî, pêşxistina hevkariya aborî û bi taybetî mekanîzmayên ewlehiya sînorên hevpar hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Elî Zeydî tekezî li ser piştgiriya Bexdayê ya ji bo Şamê kir û diyar kir ku xurtkirina peywendiyên dualî ji bo aramiya tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Di civînê de mijara herî krîtîk rûbirûbûna terorê û dabînkirina ewlehiya sînoran bû. Her du aliyan li hev kir ku ji bo rûbirûbûna gefên li ser sînor û rêgirtina li derbasbûnên qaçax, komîsyoneke hevpar a ewlehiyê bê avakirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî bal kişand ser paşxaneya dîrokî ya têkiliyên Bexda û Şamê û destnîşan kir ku welatê wî girîngiyeke mezin dide kûrkirina hevkarî û hevahengiya bi Iraqê re.