Şamê deriyê sînor ê Hemamê yê li Efrînê bi awayekî mayînde girt

Şamê deriyê sînor ê Hemamê yê li Efrînê bi awayekî mayînde girt

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya Sûriyeyê ragihand ku deriyê sînor ê Hemamê yê ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, ji sibê (17ê Adara 2026an) pê ve bi awayekî mayînde tê girtin.

Di daxuyaniya fermî de hat diyarkirin ku rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera her du welatan de derbas bibin, dikarin deriyên sînor ên Bab el-Hawa û el-Selame wekî alternatîf bi kar bînin. Hat ragihandin ku hemû prosedurên rêwîtiyê û veguhastina kelûpelan dê li van xalan werin hêsankirin.

Serê Kaniyê jî di nav biryarê de ye 

Li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Tirkiyeyê û Sefaretxaneya Şamê hatine wergirtin, ev biryar ne tenê ji bo Efrînê ye.

Hat ragihandin ku deriyê sînor ê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yê li hemberî Serê Kaniyê Rihayê jî tê girtin. Bi vî rengî, her du deriyên ku piştî operasyonên leşkerî yên 2018 û 2019an hatibûn vekirin, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve wekî “mayînde” hatin girtin.