PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî xebatên li Deriyê Sînorî yê Nisêbîn û Qamişloyê ji nêz ve qontrol kirin û xebatên li ser sînor ji nê ve şopandin.
Hat ragihandin ku amadekarî bo vekirina deriyê sînor berdewam dikin û biryar e di rojên pêş de bi fermî bê vekirin; bi aktîvbûna vê deriyê ku tê çaverêkirin ku çûyin û hatina navbera Tirkiye û Sûriyeyê ji nû ve dest pê bike.
Ev gav piştî axaftina Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Ömer Bolat a di Komîsyona Plan û Budceyê ya TBMMê de tê ku diyar kiribû aliyê Tirkiyeyê amadekariyên nûjenkirinê yên li Deriyê Sînorî yê Nisêbînê temam kirine û destnîşan kiribû ku pêwîst e aliyê Sûriyeyê jî amadekariyên xwe yên teknîkî bi dawî bîne.