PeyamaKurd – Navenda ragihandinê ya HPG ê li ser bûyera Çemankê ku di 4 ê mehê de PKK ê êrîş biribûn ser hêzên pêşmerge ragihand ku wan êrîşê nebiriye ser hêzên Pêşmerge û ji bûyerê xemgîn bûn e.
HPG ê got; bûyera ku nêzî gundê Bêbadê çêbû, di bûyerê de êrîş ji aliyê wan de çênebûye û xeberên ku di mijarê de tên ragihandin rast nînin û weha got:
“Hêzên me êrîşê nekirine. Kampa ku hêzên me tê de ne, ji du qolan de weka ku operasyon bêkirin, pêşmerge hatine. Bûyera ku çêbûye li ser vê esasê çêbûye. Em bo bûyera ku çêbûye ‘xemgîn’in.”
HPG di beyana xwe de dibêje ku bo ser wan operasyon hatiye kirin û weha dewam dike:
“Em dubare dikin ku em dikarin pirsgirêkên xwe di rêya diyalogê de çareser bikin.”
Weka ji daxwuyaniya HPG ê tê fêmkirin, ew tirsiyane ku bo ser wan operasyon çêdibe lewra teqînê li hêzên pêşmerge kirine lê hêzên Pêşmerge berê aşkera kiribûn ku; eger ew bo operasyonê biçûna deverê, wê bi alavên zirxî û şer biçûna ciyên bûyerê lê ne bi alavên weka tenekeyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin