Rewşa 2 birîndarên bûyera Hesekê giran e

Rewşa 2 birîndarên bûyera Hesekê giran e

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama êrîşa dema merasîma li Qada Aştiyê ya Hesekê ku bêrêzî li sembolên Kurdî hate kirin de, 2 ciwanên Kurd birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê beriya bûyerê hişyarî dabû û ji bo parastina ewlehiyê qedexeya hilgirtina çekan an jî bikaranîna fişengan dabû.

Lê belê dîsa jî tabelaya ku bi sê zimanan (erebî, kurdî û suryanî) li ser navê qadê nivîsandî bû hate xera kirin û kamerayên çavdêriyê hatin şikandin. Herwiha komên Ereb êrîşê ciwanên ku nerazîbûn nîşandan jî kirin ku 2 kes birîndar bûn.