Bi dronê êrîs kirin Nikolas Maduro

Bi dronê êrîs kirin Nikolas Maduro

PeyamaKurd- Îro serokê dewleta Venezuellayê Nikolas Maduro di dema ku merasimeka leşkerî de li payîtexta welatê xwe li Karakaşê amadebû, hinek kes bi dronê êrîş birin ser.

Di dema merasimê de ewilî dengê teqînan hat û parastvanên Maduro, dora wî girtin da zerarekî negihê. Tiştek bi serokomar nebûye lê di êrîşê de 7 leşker birîndar bûn. Kesên êrîşkar di pey bûyerê de hatin girtin. Serokê dewletê Maduro piştî 2 sietan derket pêşberê xelkê, muxalefet û Kolombiyayê sûcdar kir û weha got:

“Ev êrîş bo kuştina min bû. Îro xwe ceribandin da min bukujin. Ez baş dizanim ku li pişt vê bûyerê muxalefeta Venezuelayê heye. Venezuelayiyên muhafazakar yên tund û Kolombiya hevkariyê kirin. Kesên vê êrîşê kirin li Amerîkayê li eyaleta Floridayê dijîn.”

Maduro Trump dawet kir da li dijî van terorîstan têkoşînê bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin