Biden li ser serê Ûkrayna û Rûsya axifî

Biden li ser serê Ûkrayna û Rûsya axifî

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser destpêkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê axifî. Biden bi kurtayî mijarê û tedbîrên li hemeberê Rûsyayê bên sitendin weha ragihand:

“Çend hefteye em dibêjin ev êrîşeka plankiriye. Em ê nehêlin ku Rûsya bi temamê karên xwe li ser dolar, ewro û Yenê bike. Em plan dikin ku ber li finansa artêşa Rûsyayê bigrin.

Putin ji xwe re şer bijart û wê tehemula encama şer jî bike. Me bi 27 endamên Yekîtiya Awrûpayê re koalîsayonekî ava kir. Em ê nehêlin ku artêşa Rûsyayê bê fînansekirin û dorpêçan deynin ser. Ew mîlyarderên ku herimîne, em ê dorpêçan deynin ser wan.

Wê NATO sibê civînekî bike û em ê pêngavên bên avêtin destnîşan bikin. Wê pêngavên ku NATO yê xwurt bikin bin. Artêşa me û hêzên me wê li Ûkrayna û Rûsyayê şer neke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin