PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Çînê Şi Cinping cara yekê ye di rêya video konferansê de rû bi rû hevdîtineka li dora 3,5 siet kirin. Biden, bi tîma xwe ve li Washingtonê li salona Roosvelt û Şi û tîma xwe li salona meclisa gel ya mezin de li Pekînê bi kamerayên ku hatibûn danîn axifîn. Şi, xwest ku di navbera her dû dewletan de têkiliyên saxlem û bi îstîqrar bên danîn.
Şi got ku Amerîka û Çîn di dinyayê de du dewletên xwediyê aboriyên mezin û hem endamên konseya NY î ne. Her dû dewlet dikarin mijarên navxweyî di nav xwe de çareser bikin, destekê bidin aştiya dinyayê û weha got:
“Divê Çîn û Amerîka ji hevre rêz bigrin. Di nav aştiyê de bijîn û hedefa wan qezenckirin be. Ji bo lihevkrinê li gor berjewendiyên her dû dewletan û civaka navdewletî ez amade me bi Biden re bixebitim.”
Biden jî got ku ew dixwaze bi Şi re aşkera û bi zelalî bixebite û reqabeta navbera her dû dewletan nebe sedema şer û pevçûnan. Her dû lîder li ser mijarên weka Taywanê, Sincan, Tibet û Hong Kongê axifîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin