PeyamaKurd- Berdevkê Artêşa Pakistanê Ahmed Şerîf Chaudhry, li ser şer û pevçûnên di navbera Afganistan û Pakistanê de daxuyanî da.
Chaudhry diyar kir ku di pevçûnên ji şevê din ve berdewam dikin de, 12 leşkerên Pakistanê jiyana xwe ji dest dane û 27 leşker jî birîndar bûne.
Herwiha eşkere kir ku 274 leşkerên Talîbanê hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.
Chaudhry destnîşan kir ku ev operasyon di çarçoveya fermanên Serokwezîr Şahbaz Şerîf de berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin