Blinken berya here Çînê sê armanca da ber xwe

Blinken berya here Çînê sê armanca da ber xwe

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken berya here seredana Çînê sê hedefan da pêşiya xwe: Dewama danûsitendinan, berjewendiyên Amerîkayê û di mijarên navdewletî de hevkariya potansiyel.

Blinken ragihandina xwe li Washingtonê bi wezîrê karên derve yê Singapurê bi Vivian Balakrishnan re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê de li ser pirsa rojnamevanan bersiva li jorê ya di derbarê seredana xwe ya Çînê de da. Blinken weha dewam kir:

“Em çaverê ne ku li Pekînê di asta bilind de gelek civînan bikin. Sê hedefên gera me hene. Divê danûsitendin zelal be û bê xwurtkirin. Ya duyem divê qiymet û berjewendiyên Amerîkayê pêş bixin. Ya sêyem; zahmetiyên di derveyê me de, îstîqrara aboriyê ya kureyî, hişbirên sentetîk, pirsgirêka kêşûhewayê, babeta tenduristiyê ku welatên din alîkariyê ji me dixwazin.

Reqabeta ku em bi Çînê re dikin ji bo wernegere şerekî germ, divê daîma dîplomasî li pêş be, dinya hem ji me û hem ji Çînê vêya dixwaze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin