Blinken û Lavrov hevdîtinekî kurt kirin

Blinken û Lavrov hevdîtinekî kurt kirin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li payîtexta Hindistanê li Dehi ya Nûh di çarçoveya civîna G20an de hevdîtinekî kurt kirin. Hevdîtin di navbira civînan de hat kirin û 10 deqe dewam kir.

Li gor kesê ku nûçeyê ragihandiye û di wezareta karên derve ya Amerîkayê dixebite û nexwestiye navê xwe bide, gotiye ku Blinken ji Lavrov re gotiye heya şer biqede wê Amerîka destekê bide Ûkraynayê. Blinken xwestiye Rûsya dev ji rawestandina peymana New START ê berde û hemwelatiyê Amerîkayê yê ku li Rûsyayê girtiye Paul Whelan serbest berde.

Wezareta karen derve ya Rûsyayê ragihand ku hevdîtina her dû wezîran raste. Berdevka wezareta karên derve Mariya Zaharova di daxwuyaniya xwe de got:

“Blinken xwest bi Lavrov re têkilî deyne. Dema lavrov di rê de diçû, bi Blinken re axifî. Muzakere an tiştên weka hevdîtinê nebû.”

Her dû wezîr herî dawiyê berya şer di serê sala 2022an de rû bi rû hevdîtin kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin