PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hevdîtina Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a dihat çaverêkirin di nav vê hefteyê de pêk were, piştî biryara Rûsya ya bo Ûkraynayê hat betalkirin.
Herwiha hevdîtina Wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsyayê Antony Blinken û Sergey Lavrov a bo gotûbêjkirina krîza Ûkraynayê jî ji aliyê Washingtonê ve hat betalkirin.
Berdevkê Koşka Spî Jen Psaki, ragihandiye ku di vê qonaxê de plana hevdîtineke Biden û Pûtîn nîne û divê pêşî tansîyon were kêmkirin.
Li aliyê din Wezîrê Derve Antony Blinken jî ragihand ku wî hevdîtina ligel Lavrov a li Cenevreyê betal kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin