Rûsya û Tirkiyê bi helîkopter û wesayîtên zirxî dewriye gerand

Rûsya û Tirkiyê bi helîkopter û wesayîtên zirxî dewriye gerand

PeyamaKurd – Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê li gundewarên rojavayê Dirbêsiyê derketin dewriyeyê û ji gundê Şîrik ê 13 km li rojavayê navçeyê dest bi gera xwe ya çavdêriyê kirin.

Hat ragihandin ku dewriyeya Rûs-Tirk ji gundê Şîrik ê rojavayê Dirbêsiyê yê li ser sînor dest pê kir û ber bi gundên din ên li ser sînor ve çûye û derbasî gundê Kerkend, Hacoglî û Qeyrewan dibe.

Dema dewriyeya ku bi wesayîtên zirxî hat kirin, helîkopterên Rûsyayê jî li seranserê sînorê rojavayê navçeyê geriyan.

Tirkiye û Rûsya di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmehê de, biryara dûrxistina ji sînoran a YPGê dabûn û dest bi dewriyeyên hevbeş ên li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin