Rûsya: Tirkiye qebûl kir ku hevdîtinên bi Ûkrayna re li Tirkiyê bibin

Rûsya: Tirkiye qebûl kir ku hevdîtinên bi Ûkrayna re li Tirkiyê bibin

PeyamaKurd – Kremlînê ragihand ku Tirkiye ji bo çareserkirina krîza bi Ûkrayna re, di muzakereyan de bibe xwediyê malê qebûl kiriye û amade ye.

Şêwirmendê siyaseta derve yê Rûsyayê Yuriy Uşakov, li payîtexta Tataristanê li Kazanê ji bo rojnamevanan gotiye ku ji bo hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê ji bo li Tirkiyê bibin amadeye ku platformê amade bike.

Uşakov ragihand ku berê jî çend caran li Tirkiyê hevdîtin bûne û behsa hevdîtina serokê Rûsyayê Putin û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ku li Kazanê hevdîtine, kir. Uşakov got:

“Rayedarên Tirkiyê erê kirin ku platforma ji bo hevdîtinan li Tirkiyê amade bikin.”

Uşakov her weha got  ku êrîşên Ûkraynayê yên bi İHAyan nahêlin ku Putin-Zelenskiy hevdîtinan bikin an her dû terefan ji hev dûr dixin. Uşakov behsa zîrwa G7an jî kir ku tê de li ser mijara Ûkraynayê axifîne.

Rayedarê Kremlînê behs kir ku wê di nêz de ji DYAye nûnerê taybet yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner Rûsyayê ziyaret bikin lê roja ziyarete nehatiye destnîşankirin.