PeyamaKurd - Înîsiyatifa Heq, bi sernavê “Cihe zarokan mal e, ne girtîgeh e" li ser mijara dayikên ku tevî zarokên xwe li Girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne daxuyaniyek da. Li gorî amarên ne fermi heta meha Mijdara 2019an li girtîgehên Tirkiyeyê 780 zarok ligel dêyên xwe girtî ne.
Înîsiyatifa Heq herwiha ragihand ku kapasîteya qawîşan 3 qat zêde bûye û li qawîşên girtîgehan zexta derûnî û lêgerîna bê serûber zêde bûye.
Li gorî daxuyaniya Înîsiyatifê girtiyan diyar kirine ku pirsgirêka germkirina qawîşan heye û havînan jî pirsgireka hênikbûnê heye.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Girtiyan da zanîn ku pirsgirêka ava paqij heye û nikarin sûdê ji ava paqij bistînin. Dîsa girtiyan anîn ziman ku bi qasî pêdiviyên wan ava germ nadin wan. Wan ji mafê wan ê hevpar û civakî bêpar dihêlin. Ji mafê tenduristiyê bê par dimînin. Dema diçin muayena pizîşkî tevî kelepçeyan diçin. Girtiyan destnîşan kir ku gardiyan wekî mirovan nêzî wan nabin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin