PeyamaKurd - Di çarçoveya roja cîhanî ya bîranîna qurbaniyên terorê, Serokê Parlementoya Iraqê di derbarê avakirina deverên ku ji ber şerê DAIŞê zirar dîtine, ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze.
Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn, “Di roja cîhanî ya bîranîna qurbaniyên terorê, em bi şanazî qurbaniyên Iraqê bi bîr tînin, ku di rûbirûbûna terorê de û qebareya wêrankariya li pey xwe li bajarê hiştiye.”
Helbûsî di twîta xwe de diyar dike, “Ev ji bo derfeteke nû ye, da ku ez ji civaka navdewletî bixwazim li cem Iraqê bisekinin û piştgiriya projeyên avakirina deverên zirar dîtî bikin.”
Herwiha ji Hikûmeta Iraqê jî daxwaz kiriye; ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên destê terorê, lez bike.
Neteweyên Yekbûyî ji sala 2017an ve roja 21ê Tebaxê weke roja bîranîna qurbaniyên destê terorê diyar kiriye, da ku piştgiriya rizgarbûyên terorê were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin