PeyamaKurd - Parlemantera Kurdistanê Hediya Murad ragihand, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku keç û jinên Êzidî yên ji destê terora DAIŞê rizgar bûne, wê di hêza nû ya Şingalê de beşdar bibin.
Li gorî rêkeftina di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, biryar e hêzeke 2500 kesî ji xelkê Şingalê were avakirin, ji bo parastina xelkê Şingalê û wê di nav wê hêzê de keç û jinên Êzidî yên rizgarbûyî jî cih bigrin.
Hediya Murad KDP.info re ragihandiye: “Ew hêza nû ya Şingalê dê 2500 kesî be û dê keç û jinên Êzdî tê de beşdar bibin.”
Parlemantera Kurdistanê got: “Keç û jinên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, dê di wê hêzê de beşdar bibin û dê karibin bergîriyê li axa xwe bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin