PeyamaKurd - Li gor amarên fermî di roja ewil a sala nû de, heta saet 12.00ê nîvro, li Herêma Kurdistanê 88 zarokçêbûn
Berpirsê Ragihandina Nexweşxaneya Jidayîkbûnê li Hewlêrê, Şiwan Xeyat, aşkere kir ku îro heta demjimêr 12.00ê nîvro 35 zarok li wê nexweşxaneyê çêbûne.
Şiwan Xeyat ragihand, ji wan zarokên ku ji dayîk bûne 18 jê kur û 17 jî keç in û ragihand ku 13 ji wan zarokan bi neştergeriyê ji dayîk bûne û 22 jî bi sirûştî ji dayîk bûne ku hemû jî tendurist in.
Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên Rêveberiya Tendirustiyê ya Silmaniyê hatine bidestxistin, li wî bajarê Kurdistanê jî ji di 12 saetên ewil ên sala nû de, 25 zarok ji dayîk bûne ku 13 ji wan kur û 12 jî keç in.
Herwiha li gor zanyariyên, li bajarê Duhokê 24 û li bajarê Helebcê jî 4 zarok ji dayîk bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin