Serokwezîr zengila dersê ya ewil a sala nû ya xwendinê lê xist

Serokwezîr zengila dersê ya ewil a sala nû ya xwendinê lê xist

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li dibistaneke bajarê Koye zengila yekem a dersê ya sala xwendinê ya 2024-2025ê lê xist.

Îro çarşem 25.09.2024 (îro) Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengila yekem a dersê ya sala xwendinê ya 2024-2025 li dibistana Necîbe Celî Zade ya bajarê Koye lê xist.

Mesrûr Barzanî bi helkefta destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2024-2025 pîrozbahî li hemû xwendekar û mamostayan kir û tekez li ser wê yekê kir ku, mamoste her tim li pêşiya xizmetkirina gelê me û welatê me bi mezinkirina nifşê nû ne.

Serokwezîr daxwaz kir ku sala nû ya xwendinê ji bo hemû xwendekaran bi aramî, serkeftin û bextewarî derbas bibe û got, "Ji niha û pê ve hêviya serkeftinê ji bo xwendekarên hêja yên vê xwendingehê û tevahiya Kurdistanê dixwazim."

Serokwezîr di daxuyaniya xwe ya li dibistana Necîbe Celî Zade de wiha got: “Berî 100 salan, xanim Necîbe yekem keç bû ku ji bo xwendingeheke têkel hat şandin, wê demê ne tenê li Kurdistanê, lê li cîhanê jî mijara cudakariya zayendî li pêş bû, lê serdemeke nû destpê kir ku Xanim Necîbe şandin dibistaneke têkel.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku Koye ji mêj ve navenda “ilm, zanîn, helbest, gihîştî û pêşketinê” bûye.

Ji ber ku îro 7. salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye, Serokwezîr di daxuyaniya xwe de got: Îro roja referandûmê ya pîroz e, bi vê minasebetê ez vê roja pîroz û dîrokî li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin