Borrell: Tirkiye dikare serê Rusyayê rawestîne

Borrell: Tirkiye dikare serê Rusyayê rawestîne

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehî û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Tirkiye bi bandora xwe ya li ser Rusyayê, dikare şerê li dijî Ukraynayê rawestîne.

Josep Borrell di peyama xwe de bal kişand ser têkiliyên navbera Rusya û Tirkiyeyê û da zanîn ku ew li ser vê yekê bi rêya telefonê ligel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu axiviye.

Borrell di daxuyaniya xwe de qala naveroka axaftinê kir û got,

“Min di axaftina xwe de bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya hinardeya zadê Ukraynayê ku di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye kirin û bandora Tirkiyeyê ya li ser kêmkirina bandora êrîşkariya Rusyayê.

Me dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Rusyayê nirxandin û min diyar kir ku Tirkiye dikare bandora xwe ya li ser Rusyayê bi kar bîne da ku ev şerê bê wate were bidawîkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin