PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku wan bi hevkariya Fransayê êrîşî binesaziyeke rêxistina DAIŞê ya li bajarê Tedmûrê yê Sûriyeyê kir.
Wezaretê got, "Balafirên Hêza me ya Asmanî ya Şahaniyê bi hevahengiya Fransayê êrîşî DAIŞê kir."
Hate diyarkirin ku cihê hatiye bombebarankirin ji aliyê DAIŞê ve bi armanca depokirina çek û teqemeniyan dihat bikaranîn.
Herwiha Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê diyar kir ku ti nîşane nînin ku bombebarankirina armanca li bakurê herêma Tedmûrê ya parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê metirsî li ser jiyana welatiyên sivîl çêkiribe.