PeyamaKurd- Nûnera Brîtanyayê ya Karûbarên Sûriyeyê Ann Snowê ragihand ku ew piştgiriyê didin agirbesta li Helebê.
Ann Snowê agirbesta demkî ya li Helebê pêşwazî kir û got: "Ez ji bo kêmkirina êşa sivîlên ku di nav tundûtîjiyê de mane, teşwîqî dirêjkirina dema agirbestê dikim."
Nûneraê Brîtanyayê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Brîtanya bi berdewamî teqezî li ser parastina sivîlan û girîngiya diyalogê dike da ku Peymana 10ê Adarê were bicihkirin.
Anna Snowê got, “Ez pêşwaziya agirbesta demkî ya li Helebê dikim û ji bo kêmkirina êşa sivîlên ku di nav tundûtîjiyê de mane, ez teşwîqî dirêjkirina wê dikim. Brîtanya daxwaza parastina sivîlan didomîne û teqezî li ser girîngiya dan û standinan a ji bo bicihkirina Peymana 10ê Adarê dike.”