PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku îhtîmaleke rasteqîn heye ku rayedarên Rusyayê fînansekirina komên çete yên Wagnerê rawestînin.
Di daxuyaniya rojane ya wezaretê de hat diyarkirin ku piştî serhildana Wagnerê ya li dijî Kremlinê ya di meha hezîranê de têk çû, Serokê Wagnerê Yevgeny Prigozhin jî li dijî karsazên din çalakî li dar xistin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “Heger dewleta Rusyayê êdî pereyan nede Koma Wagnerê, îhtîmala fînansê ya duyemîn dê rayedarên Belarusî bin ku ev yek dê tengasiyê bide çavkaniyên darayî yên Belarusê.”
Wezaretê destnîşan kir ku Koma Wagnerê ji bo kêmkirin û sererastkirina lêçûnên mûçeyên karmendan gav havêtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin