PeyamaKurd – Kremlin li ser sîstema bergiriya hewayî yên S-400an ku Tirkiye ji Rûsyayê kirîbû, li ser dahatûya wan beyanekî da. Moskova dibêje ku S-400ên firotine Tirkiyê, ji bo ji Tirkiyê bibin ciyekî dinê, di rojeva wan de ye, di mijarê de hevdîtin di navbera Tirkiyê- Rûsya, Amerîka û welatên sêyem de dewam dikin.Kremlin lis er mijarê got:
“Neqla S-400an yên Tirkiyê ji bo bibin ciyekî dinê di, rojevê de ye. Di mijarê de xebat dewam dikin.”
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov berê gotibû ku heya Rûsya nebêje erê, kes nikare S-400an bibe ciyekî dinê, neqla wan bike an wan bifroşe welatekî dinê. Lavrov got ku teklîfên ji wan re diçin wan teklîfan rave dikin.
Li ser daxwuyaniya Lavrov jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ragihand ku di mijarê de dan û sitendin dewam dikin.