Brîtanya: Mixabin Esed hinekî din li ser kar dimîne...

Brîtanya: Mixabin Esed hinekî din li ser kar dimîne...

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt di daxuyaniya xwe ya bo Sky Newsê de, bi mixabînî got ku dê deshilatdariya Beşar Esed li Sûriyê heta demeke din jî berdewam be û diyar kir, Rûsyayê li herêmê serweriyeke hêzê bi dest xistiye.

Hund bal kişand ser ku Rûsyayê bi piştgiriya rejîma Sûriyê re, erka pêkanîna aştiyê girtiye ser xwe û destnîşan kir, hêzên Esed ji 2011an ve bi kontrolkirina deverên ku ketibûn destê serhildêran re hêza xwe zêdetir kiriye.

Jeremy Hunt got, "Sîyaseta Brîtanyayê li ser bidawîhatina deshilatdariya Esed bû ku pêşbînî nedikir aştiyê dabîn bike. Lê belê niha mixabin, dê hinekî din li derdorê bimîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin