Brûsk li kargeha petrolê ket: 1 mirî, 120 birîndar...

Brûsk li kargeha petrolê ket: 1 mirî, 120 birîndar...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bakurê welatê Kubayê, ji ber lêdana brûskê di kargeha petrolê ya bi navê Baregeha Matanzas a Petrolê de, li pey hev 4 teqîn çêbûne.

Li gorî nûçeyên medya Kubayê, ji ber lêdana brûskê di depoyên petrolê yên li benderê de teqîn çêbûye û piştî teqînên ser hev pêk hatine jî şewateke mezin derketiye û di encamê de kesek miriye û 120 kes birîndar bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 17 kes ji tîmên agirvemirandinê jî dema karê vemirandina agir dikirin winda bûne.

Wezîrê Tenduristiya Kubayê Jose Angel Portal, ragihandiye ku rewşa hin birîndaran di xeteriyê de ye û hîn şewat nehatiye kontrolkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin