PeyamaKurd- Li welatê Polonyayê li çiyayê Tatrayê xelkê ku bo geştê çûbûn çiya, brûskê li wan xist û di encamê de 3 kes ji wan mirin ku yek ji wan zarokekî 13 saliye û 22 kes jî birîndar bûn. Çiyayê Tatrayê dikeve ser sînorê Slovakyayê.
Bi sedema ku firtûne hebû hêzên rizgarkirinê nikaribûn bi erebeyan derên serê çiya û mecbûr man da bimeşin ciyê bûyerê. Ev jî li bandoreka neyînî li encamê kir. Piştî firtûne rawestiya 3 helîkopteran şandin deverê û birîndarên sivik li pansiyonên der û dor hatin tedawîkirin.
Li deverê maseya krîzê hat danîn û tîmên rizgarkirinê hêjî xebata xwe dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin