PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li quntara Çiyayê Qendîlê şeva Çarşemê otomobîlek wergeriyaye û agir bi otomobîlê ketiye.
Berdevkê Polîsê Berevaniya Sivîl a Raperînê Elî Qadir ji Rûdawê re daye xuyakirin, di encamê de “Du gerîlayên PKKê û pêşmergeyekî desteserkirî ku otomobîl dajot jiyana xwe ji dest dane.”
Berdevkê Polîsê Berevaniya Sivîl a Raperînê Elî Qadir derbarê bûyerê de gotiye: “Şeva Çarşemê 30ê Hezîranê li çepeke Kurtekê otomobîlek ji cure KIA Serato piştî ku werdigere, agir pê dikeve û sê kes tê de şewitîne. Şofêrê otomobîlê navê wî Dawûd Husên e ku niştecihê gundê Şînave yê ser bi nehiyeya Qesrê ya qezaya Çomanê ye û du rêwîyên din gerîlayên PKKê bûne.”
Li gor zanyariyan, Dawûd Husên pêşmergeyekî Yekîneya 70 a Hêza Pêşmerge bûye.
Elî Qadir got: “Ew pêşmerge dema şev û rojekê bûye ku li cem gerîlayên PKKê desteserkirî bûye û li çepeke Kurtekê otomobîla wan wergeriyaye û piştre agir bi otomobîlê ketiye û her sê kes di bûyerê de şewitîne.”
Rêveberê nehiyeya Qesrê, Feysel Husên jî daye xuyakirin, pizîşkiya dadê ya Raniyeyê termê wî pêşmergeyî radestî malbata wî kiriye û li gundê Şînave hatiye veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin