PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi di seredana xwe ya Pakistanê de temamê daxwazên Îranê yên ji bo lihevhatina aştiyê ya bi DYA re dosya ku daxwazên Îranê tê de ne û xettên Îranê yên sor pêşkêşî Pakistanê kiriye.
Medya Îranê ragihand ku Arakçi li Pakistanê bi serokerkanê Pakistanê Asim Munir re hevdîtin kiriye û dosyayê teslîmî wî kiriye.
Hevdîtina Îran û DYAyê di 25 Nîsan 2026an de roja Şemiyê an ku îro dê bibe û ji bo dahatûya herêmê girîng e.
Li ser hevdîtinan berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt, ragihand ku wê ji DYAyê nûnerê Trump ye taybet Steve Witkoff û şêwirmendê wî Jared Kushner herin Pakistanê.