PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Îsraîl xwe amade dike da li tesîsên nuklerî yê Îranê bixe. Li ser gotinên çapemeniyê, Îsraîlê heya niha ti daxwuyaniyekî fermî nedaye.
Rayedarê leşkerî yê Îsraîlê ku nexwestiye navê wî bê dayîn, gotiye ku sîstemên hewayî yên Sûriyê piraniya wan hatine îmhakirin û naxebitin. Ev jî derfete ji bo Îsraîlê ku li tesîsên nuklerî yê Îranê bixe.
Hat gotin ku di mijarê de çapemeniya Îsraîlê hatiye agahdarkirin lê di mijara ku dê kengê êrîşê ser tesîsên nuklerî yên Îranê bike, nehatiye gotin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin