PeyamaKurd – Li Yunanistanê cara yekem jinek wek serokomara wî welatê hat hilbijartin.
Seroka Şêwirmendiya Bilind a Yunanistanê Ekaterini Sakellaropulu di dengdana parlamena 300 kursiyan de, bi 261 dengan wek serokomara Yunanistanê hat hilbijartin.
Serokwezîrê Yunanistanê Kiriakos Miçotakis, li şûna serokomar Prokopis Pavlopulos dema erka wî meha sibatê bidawî dibe, hiqûqnasa 64 salî Sakellaropulu wekî namzedê xwe destnîşan kiribû.
Sakellaropulu ya li Selanikê hatiye dinê, yekem seroka jin a Şêwirmendiya Bilind a Yunanistanê jî bû û ji ber hezkirina xwe ya pisîkan bi nasnavê ‘cat lady’ tê pênasekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin