PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, banga xwe ya ku meha borî li opozîsyon û hikûmeta Sûriyê kiribû û ew bang rastî nerazîbûnan hatibû, dubare kir.
Mevlut Çavuşoglu, li ser banga ku di meha tebaxê de kiribû û banga wî bûbû sedema bertekan, car din got ku “Divê opozisyon û rejîm ji bo aramiyeke daîmî li Suriyeyê li hev bikin.”
Çavuşoglu yê ku banga lihevkirina opozisyona Sûriyê û rêveberiya Şamê dubare kir, di banga xwe de wiha got,
"Pêwîst e em bi awayekî bi opozisyon û rejima Suriyeyê li hev bînin. Tiştê ku serokomarê me dixwaze bibêje eşkere ye. Em naxwazin li Suriyeyê xwîn birije. Wekî ku ji ber Tirkiyeyê bûbe, tiştekî wiha tuneye. Me dît ku şer gihîşt ku derê. Lê herî zêde me berdêla vî şerî da. Em hewil didin rêxistinên terorê û gefên li ser Tirkiyeyê ji holê rakin. Ji bo aramiya daîmî, li Sûriyeyê lihevkirinek di navbera opozîsyon û rejîmê de pêwîst e.
Yekîtiya axa Suriyeyê bikeve bin metirsiyê, ev yek li dijî me ye jî. Niha planeke wiha tuneye, lê dibe ku di pêşerojê de têkilî hebin. Hewildanên Tirkiyeyê yên di derbarê pêvajoya siyasî de gelekî ji dil in."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin