Cenazê serokê dînî yê Îranê yê Ali Hamaney wê di 9ê Tîrmehê de defin bikin

Cenazê serokê dînî yê Îranê yê Ali Hamaney wê di 9ê Tîrmehê de defin bikin

PeyamaKurd – Serokê dînî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney ê ku di 28ê Sibatê de hatibû kuştin, wê di 9ê Tîrmehê de li bajarê Meşhedê di tirba Îmam Riza de defin bikin. Berya defnê dê li Tehran û Qûmê merasim bên kirin.

Parvekirina agahiyan ji aliyê televizyona dewleta Îranê de hat kirin. Li gor plana Îranê; wê di 4-5ê Tîrmehê de li Tehranê merasima cenazê wî bikin, di 7ê Tîrmehê de li bajarê Qûmê merasima wî bikin û di 9ê Tîrmehê de dê li bajarê Meşhedê bi merasim cenazê wî li tirba Îmam Riza defin bikin.