CENTCOM: Agahiyên dorpêça deryayî ya li dijî Îranê dan

CENTCOM: Agahiyên dorpêça deryayî ya li dijî Îranê dan

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî yên DYA'yê (CENTCOM) eşkere kir ku di çarçoveya zêdebûna aloziyên di navbera Washington û Tahranê de, di dema sepandina dorpêça deryayî de riya 35 gemiyên bazirganî hat guherandin.

Di daxuyaniya li ser platforma Xê de hat destnîşankirin ku ji bo xurtkirina vê dorpêçê balafirên şer ên F-35C li Deryaya Omanê dest bi erkê kirine.

Hat tomarkirin ku di operasyonên 2yê Tebaxê de 2 keştî hatine neçalakkirin û biserdeçûn li ser 2 gemiyên din hat encamdan; detayên nasnameya van gemiyan ji bo raya giştî nehatin eşkerekirin.

Li gorî reqamên ku hatin eşkerekirin, hejmara keştîyên ku riya wan hat guherandin ji 24an derket 35an ku ev yek nîşana tundbûna opoperasyonên deryayî ye.