CENTCOM: Rêya 86 keştiyên ber bi Îranê ve guherandin

CENTCOM: Rêya 86 keştiyên ber bi Îranê ve guherandin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê rewşa dawî ya dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dorpêç bi awayekî zêde tund û hişk berdewam dike û hêzên Amerîkayê heta niha di çarçoveya vê operasyonê de rêya 86 keştiyên bazirganî guherandine.

CENTCOMê diyar kir ku ji bilî guherandina rêyan, hêzên wan liv û tevgera 3 keştiyên bazirganî asteng kirine û peyabûn li ser 2 keştiyan encam dane.

Di dîmenên ku hatine belavkirin de jî tê dîtin ku yekîneyên deryayî û hewayî yên DYAyê çalakiyên xwe yên leşkerî û çavdêriyê li herêmê bi awayekî berfireh didomînin.