PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê bicîkirina dorpêça deryayî ya li ser Îranê de agahiyên nû parve kir.
Li gorî daxuyaniyê, 7ê Îlonê hêzên Amerîkayê ji bo piştraskirina pabendbûna bi qanûnên dorpêçê re, rêça 94 keştî bazirganî guhertin, 3 keştî bêbandor kirin û li ser 2 keştiyên bazirganî jî gihîştin encamê.
CENTCOMê dîmenên operasyonên şevê yên firokeya şer a E/A-18G Growler a ku ji keştiya balafiran a USS George H.W. Bush (CVN-77) rabûye belav kirin.
Hate diyarkirin ku ev keştiya mezin a şer a DYAyê li Okyanûsa Hindê û Deryaya Ummanê piştgiriyê dide bicîkirina dorpêça li ser Îranê.