PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku dorpêça deryayî ya ku keştîyên ku ber bi bender û deverên peravê yên Îranê ve diçin û tên, ji nû ve dest pê kiriye.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat gotin ku hêzên Amerîkayê îro di saet 4:00ê piştî nîvro de bi dema rojhilatê dorpêça deryayî ji nû ve dest pê kirine û rêyên keştiyên ku bi bender û deverên peravê yên Îranê ve girêdayî ne, hedef girtine.
Daxuyaniyê herwiha got ku zêdetirî 20 keştiyên şer ên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê û bi sedan balafirên leşkerî li seranserê Rojhilata Navîn hatine bicihkirin.
CENTCOMê diyar kir ku hêzên Amerîkî di rewşa hişyariya bilind de ne û ji bo erkê amade ne.