CENTCOMê ragihand: Me 37 keştiyên ber Îranê ve diçûn vegerandin

CENTCOMê ragihand: Me 37 keştiyên ber Îranê ve diçûn vegerandin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya dorpêça li ser benderên Îranê de, wan rê li ber 37 keştiyên din girtiye û ew vegerandine.

CENTCOMê diyar kir, di nav van de keştiyeke bazirganiyê ya ji "fîloya sîber" jî heye ku li Deryaya Umanê hatiye rawestandin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî beriya niha bi hinceta veguhastina petrol û gaza xwezayî ya Îranê ber bi bazarên biyanî ve, ceza li vê keştiyê û fîloya wê bîrîbûn.

CENTCOMê tekez kir ku ev keştî bi fermanên artêşa Amerîkayê hatine neçarkirin ku berê xwe bidin aliyê Îranê û nekarin derbasî avên navdewletî bibin.