CENTOM: Armanc, zêdekirina bandora hêzên me ye

CENTOM: Armanc, zêdekirina bandora hêzên me ye

PeyamaKurd- Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku armanca guhertina wan li Iraqê ew e ku bandora hêzên xwe zêde bikin.

Fermandariya CENTCOMê, di derbarê hebûna hêzên xwe yên li Iraqê daxuyaniyek da û got,

“Guhertina ku di 15ê vê mehê de hat kirin ew bû ku hêzên me bi cih bikin û leşkerên nû bicivînin. Ev guhertin rûtîn û asayî ne, ew di planên me yên ewlehiyê de hatine entegrekirin. Ji bo vê mebestê em hêz û çekên xwe dişînin Iraqê û derveyî welêt û hêz û çek û cebilxaneyên nû tînin Iraqê.” 

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “Ev guhertin ji bo piştgirîkirina hêzên Koalîsyona Navdewletî pêwîst in. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ji bo têkbirina IŞÎDê bi biryar e û li ser şêwirmendî, hevkarî û bihêzkirina hevalbendên xwe berdewam e."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin