Hêzên Qeterê li Behreynê bûn armanca êrîşa Îranê

Hêzên Qeterê li Behreynê bûn armanca êrîşa Îranê

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Qeterê îro 6ê Adarê ragihand, avahiyên ku li Menamayê hatibûn armanckirin, cihê mana hêzên deryayî yên Qeterê bûn û ew hêz di çarçoveya "Navenda Operasyonên Deryayî yên Yekgirtî ya Encûmena Kendavê" de li Behreynê hatine bicihkirin.

Wezareta Derve ya Qeterê da zanîn, serbazên wan ji vê êrîşê bi silametî derketine û Balyozxaneya Qeterê ya li Behreynê bi hevahengiya rayedarên Menamayê re, hemû rêkarên pêwîst ji bo parastina wan girtine.

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Navxwe ya Behreynê jî îro danê sibehê eşkere kir ku Îranê li Menamayê otêlek û du avahiyên niştecihbûnê bombebaran kirine. Herwiha doh Pêncşemê jî moşekeke Îranî li parzûngeha petrolê ya sereke ya Behreynê ketibû û bûbû sedema şewateke mezin.

Ji roja Şemiyê ve ku Îranê li hemberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê dest bi bombebarankirina navçeyê kiriye, heta niha herî kêm 13 kes li welatên Kendavê jiyana xwe ji dest dane, ku 7 ji wan sivîl in.

Washingtonê piştrast kir ku 6 serbazên Amerîkî di êrîşên Îranê de hatine kuştin ku 4 ji wan li Kuweytê bûn.