Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êrîşa ser Pêşmerge tawana şer e

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êrîşa ser Pêşmerge tawana şer e

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, bi daxuyaniyekê êrîşên Îranê yên ser hêzên Pêşmerge li Soranê ku 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 jî birîndar bûne şermezar kir.

Hevpeymaniyê destnîşan kir ku êrîşên moşekî û dronî yên Sipaha Pasdaran a terorîst ku li ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê û navendên serbazî û medenî yên Herêmê tên kirin, nîşaneya herî eşkere ya dijminatiya vê hikûmeta "cinayetkar" a li hemberî neteweya Kurd e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş binpêkirineke tûj a serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û wekî "tawanên şer" hatin binavkirin. Hat diyarkirin ku rejîma Îranê bi van êrîşan hewl dide îstîqrara herêmê têk bibe.

Banga lezgîn ji civaka navneteweyî

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, tevî ragihandina hevxemiya xwe bi malbatên şehîdan û Wezareta Pêşmerge re, bang li welatên hevpeyman û civaka cîhanî kir ku li hember destdirêjiyên Komara Îslamî bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku helwesteke lezgîn û kirdarî li hember binpêkirinên Îranê û milîsên navxweyî yên Iraqê bê nîşandan. Hevpeymaniyê dubare kir ku divê sînorek ji bo van tawankariyan bê danîn da ku ewlehiya Herêma Kurdistanê biparêze.