CHP: Ji 7 hezaran zêdetir sindoq hatin tespîtkirin ku bêahengî heye!

CHP: Ji 7 hezaran zêdetir sindoq hatin tespîtkirin ku bêahengî heye!

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharem Erkek, di derbarê bêahengiya encamên ku ji sindoqan derketine û li YSKê tên dîtin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Muharem Erkek di daxuyaniyê de dane parve kirin û got ku wan di Hilbijartina Serokomariyê de li ser 2269 sindoqan û di Hilbijartina Parlementoyê de jî li ser 4825 sindoqan bêahengî tespîk kirine.

Muharrem Erkek, di axaftina xwe de bal kişand ser encamên bi hezaran sindoqan û got,

"Di hilbijartinên 14ê Gulanê de 192 hezar û 214 sindoqên me hebûn. Bi tevahî 201 hezar û 807 sindoqên me hebûn. Hema bibêje ji % 99,99ê van sindoqan bi girtekên destnîşanên şil ketin nav pergalê.

Me di raporta encaman de di 2 hezar û 269 sindoqên Serokomariyê de ferq dîtin. Ev dikarin ji bo her çar rêberan an jî li dijî wan bin. Her wiha em li ser tiştên ku li dijî namzetê me Birêz Kiliçdaroglu hatine kirin jî rawestiyane. Hemû îtîrazên wan nerazîbûnan, roja duşemê saet di 17:00an de hatin kirin.

Me ji bo kursiyên parlamentoyê di 4825 sindoqan de ferq tespît kir. Li dijî CHP û ÎYÎ Partiyê. Hinek ji wan yek deng in, hinek 10 deng in, hinek jî 300 deng in.

Îtîraza wan duh saet di 15:00 de bi dawî bû. Me jî ev îtîraz kirin. Em her dengdanê dişopînin, her çend ew encamên giştî neguherîne jî.

Dibe ku li hinek cihên parlamentoyê di navbera 100 û 200 dengan de ferq hebe. Ji bo parlementeriya duyemîn li Mereşê, ji bo Herêma 2yemîn li Stenbolê. Her dengek ji nêz ve tê şopandin. Li ser vê yekê, ji her kesî re serkeftin be.

Li Stenbolê bi giştî li 513 sindoqan îtiraz hatin kirin û encamên wan tên şopandin.

9 milyon û 332 hezar û 698 hilbijêr vîna xwe nîşan nedan, neçûn ser sindoqan, çûbin jî dengên betal dane.

Hilbijartina 28ê Gulanê dê hêsatir be. Em ê bi dayîna dengê ji bo namzetê rastgir, ne tenê ji bo rejîma yek zilamî, em ê dengên xwe bidin demokrasiyê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin