Çîn û Misrê yekem car rahênaneke leşkerî ya hevpar kirin

PeyamaKurd - Rahênana hêzên asmanî ya hevpar a bi navê "Bazên Şaristaniyê 2025" ku cara yekemîn ji aliyê Çîn û Misrê ve hatibû lidarxistin, bidawî bû.
Wezareta Parastinê ya Çînê ragihand, rahênana hêzên asmanî ya hevpar a bi navê "Bazên Şaristaniyê 2025" ku cara yekemîn ji aliyê Çîn û Misrê ve hatibû destpêkirin, qediya.
Hat diyarkirin ku bi vê rahênanê, artêşa Çînê cara yekemîn li Afrîkayê bicih bû.
Di dema rahênana hevpar a ku 18 rojan dom kir de, taktîkên şerê hewayî, suxtekirina sotemeniyê li hewayê, operasyonên dijî-hewayî, tepeserkirina berevaniya hewayî ya dijmin, û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li qada şer hatin lidarxistin.
Hate destnîşankirin ku ev rahênan "xaleke destpêkê ya nû û qonaxeke girîng di hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de" ye.
Di wêneyên ku hatin parvekirin de hat dîtin ku balafirên Çînê li ser pîramîdên Misrê difirin.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




