PeyamaKurd - Weşanên DOZê du berhemên nû yên bi şêweyê biyografî û hevpeyvînê li pirtûkxaneya Kurdî zêde kirin. Her du pirtûkên ku ji aliyê lêkolîner Newzad Elî Ehmed ve hatine amadekirin, ronahiyê didin ser beşekî ji dîroka nûjen a têkoşîna Kurdistanê.
Pirtûka yekem a bi navê "Agneta Kling, Di Nav Refên Pêşmergeyan De Jineke Swêdî", ji aliyê Bernas Qerejdaxî ve ji zimanê erebî bo kurmancî hatiye wergerandin. Berhem behsa serpêhatiya Agneta Klingê dike; jineke arîstokrat a ji malbateke navdar a Swêdê ku evîna wê ya ji bo hevjînê wê Omer Şêxmûs û doza Kurdî, wê dikişîne çiyayên Kurdistanê.
Agneta li çiyayan perwerdehiya çekan dibîne û di nav refên pêşmergeyan de bi navê “Tara” tê naskirin. Nivîskar Newzad Elî Ehmed diyar dike ku Agnetayê nexwestiye li ber çavan be, lê wî bi salan hewl daye jiyana wê ya kêmpeyda bike pirtûk û ev berhem diyarî giyanê wê kiriye.
Berhema duyem a bi sernavê "Omer Şêxmûs, Bizota Di Bin Xweliyê De", ji aliyê Yasîn Hisên ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Di navenda vê pirtûkê de jiyan û têkoşîna kesayetê siyasî yê naskirî Omer Şêxmûs heye.
Şêxmûs di sala 1942yan de li bajarê Amûdê yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û yek ji endamên damezrîner ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye. Pirtûk balê dikşîne ser rola wî ya stratejîk di warê dîplomasiya navneteweyî de û xebatên wî yên li Ewropa û Amerîkayê. Ev berhem ne bi tenê biyografiyeke kesane ye, lê di heman demê de belgenameyek e ku dînamîkên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê û veguherîna têkoşîna Kurdî ya li diyasporayê nîşan dide.
Weşanên DOZê bi weşandina van her du pirtûkan, derfetê dide xwendevanên kurmancîaxêv ku ji nêz ve şahidiya qonaxên giring ên Şoreşa Kurdistanê bikin.