PeyamaKurd- Dewleta Çînê balafireka tije derman û alavên tenduristiyê ku li dora 65 toniye, şand Venezuelayê. Serokê dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku balafira alav û dermanên 65 ton hildigirit ya Boeing 747 gihaye welatê wan Venezuelayê.
Maduro sipasiya serokê dewleta Çînê Şi Cinping kir û wêneyê ku di dema geryana xwe ya Çînê de, bi Şi re kişandibû belav kir û peyameka weha pêve danî:
“Venezuela dorpêça emperyalîstî dişkêne û bi serkeftin dimeşe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin